Mîrê Êzidiyan cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistanê û Îraqê pîroz dike

.

Mîrê Êzidiyan bi helkefta hatina cejna Remezanê pîrozbahiyê li Misilmanên Herêma Kurdistanê û Îraqê dike, herwesa hêvî dike ku cejn bibe sedema pêşvebirina canê biratî û pêkvejiyanê.

Mîrê Êzidiyan li Îraq û Cîhanê û Serokê Civata Bilind a Ruhanî ya Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg îro (Şemî, 29.03.2025) bi helkefta hatina cejna Remezanê ya Misilmanan peyameke pîrozkirinê parve kir.

Di peyama Mîrê Êzidiyan de hatiye, “Bi helkefta cejna Remezanê, ez pîrozbahiyê li civaka Misilamnan li Herêma Kurdistanê û Îraqê dikim, hêvîdar im ev cejn bibe sedema pêşvebirina nirixên aştî, pêkvejiyan, lêborîn û biratiyê di navbera hemiyan de.”

Mîr Hazim di peyama xwe de hêvî jî kiriye ku, “Ev cejn ji bo qebûlkirina hevdî û rêzgirtina li hemerengiya welatî bibe derfetek.”

Baba Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Ilyas jî her îro (Şemî, 29.03.2025) bi helkefta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozkirinê arasteyî Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.

Şêx Elî Şêx Ilyas di peyama xwe de daxwaz jî kir ku, ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyan û xurtkirina canê aştî, biratî û pêkvejiyana navbera mirovan û xasma jî gelê Kurdistanê û Îraqê.

K24 

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin