Mîr Hazim Tehsîn Beg: Bi Misilmanên Kurdistanê re dîrokeke me ya hevpar heye

.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg got, Bi Misilmanên Kurdistanê re dîrokeke me ya hevpar heye, bav û bapîrên me bi hev re jiyane.”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg ji Tora Medyayî ya Rûdawê re li ser rûdanên vê dawiyê axivî û got:

“Em spasiya her kesî dikin ku di aramkirina rewşê de rola wan hebû.

Em bi taybetî jî spasiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesayetên civakî û dînî dikin.”

“Bav û bapîrên me bi hev re jiyane”

Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser pêwendiyên Kurdên Êzidî û Misilmanan jî wiha axivî:

“Bi Misilmanên Kurdistanê re dîrokeke me ya hevpar heye.

Bav û bapîrên me bi hev re jiyane û nabe ku bi axaftinên ti kesî ew pêwendiyên dîrokî têk biçin.”

“Divê yasayek hebe”

Mîrê Kurdên Êzidî xwest ku li Palamentoya Kurdistanê yasayek were derxistin û bihevrejiyana li Kurdistanê bi vê yasayê were parastin û li pey çû:

“Divê yasayek hebe û kî dibe bila bibe dema yekî heqaretek kir li gorî wê yasayê were damezirandin.”

Çend roj berê vîdeoyeke Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo belav bûbû û hinek kesan angaşt kiribû ku Şeşo di vê vîdeoyê de heqaret li Pêxemberê Îslamê kiriye.

Piştî belavbûna van angaştan gelek Îslamîstên fanatîk Qasim Şeşo û Kurdên Êzidî kiribûn hedef.

Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar ku tevgerên şexsî bi civakê re ne pêwendîdar in û got:

“Divê em hişyartir bin”

“Tevgerên şexsî li ser şopînerên dînekî û xelkê hesab nabin.

Divê em li beramberî wan kesan hişyartir bin ku dixwazin pirsgirêkan ava bikin.

Em li ser xurtkirina hezkirinê, ruhê biratiyê û avakirina pira aştiyê û xebata bi ruhê berpirsiyariyê bi biryar in.

Dîsa em li ser vê yekê sor in ku em li hemberî hemû tevger û gotinên rik û kînê têbikoşin.”

“Me destê xwe dirêj kiriye”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir ku ew dê li hemberî gefên li ser ewlehî û aştiya civakî têkoşînê bikin û got:

“Me destê xwe dirêjî we hemûyan kiriye da ku em ji bo xêr, aştî, xurtkirina biratiyê û aştiya civakî bixebitin.”

Kurdistan Haberleri

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan didomin: 29 kuştî hene
Banghêjiya bi lez bo bihawarçona xwenîşanderên jêr gefa kuştinê li Kurdistanê Rû bi
Eniya Yekgirtiya Kurd li derheq kuştina neraziyan li bajarê Melekşayê de daxuyaniyek belav kir
Rêkxirava “UNPO” li derheq rewşa niha ya Îranê daxuyaniyek belav kir û helwîst girt
Li kampên Zaxoyê aware di nava sermayê de hatin jibîrkirin: Bexda neftê naşîne