Mîr Hazim: Me ji parlementoya Iraqê xwest ku komkujiya Êzîdiyan qebûl bike

.

Mîrê Êzîdiyan Hazim Tehsîn Beg di seredana xwe ya ji bo Bexdayê de ji parlementoya Iraqê û partiyên siyasî xwestiye ku komkojiya Êzîdiyan di parlementoyê de qebûl bikin. Mîr Hazim, rojeva xebatên xwe yên dawiyê ji bo çapemeniyê ragihand. Mîr Hazim weha got:

“Me di serê meha mijdarê de seredana çend welatên Kendavê, Awrûpa, Îngîltere û Vatîkanê kir. Di 22 yê meha borî de em di rûniştina parlementoya Almanya de bûn ku komkujiya Êzîdiyan qebûl kir.

Me di hevdîtina bi rêxistinên koçberan û mafên mirovan de ragihand ku niha li Herêma Kurdistanê 250 hezar koçberên Êzîdî hene û ji wan xwest ku alîkariya xelkê Êzîdî bikin.

Di seredana Bexdayê de, bi rêvebirên dewletê yên di asta bilind de û bi partiyên siyasî re hevdîtinan kir û ji wan xwest ku li Şengalê ew xaniyên Kurdên Êzîdî bên avakirin û em li ser dagera Êzîdiyan axifîn. Her weha me behsa îstîqrara ewlehî û rêvebiriya Şengalê kir, me xwest ku Peymana Şengalê bê bicîhanîn û ji budça 2023an ji bo projeyên Şengalê par veqetînin.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin