Mîr Êzidiyan: Heta îro jî ferman li ser Êzidiyan berdewam e

.

Mîrê Êzidiyan: Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sozên xwe li hember Êzidiyan bi cih neanîne.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand, civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê sozên xwe li hember Êzidiyan bi cih neanîne. Tekez kir jî: “Heta îro jî ferman li Êzidiyan berdewam e.”

Heşt sal di ser dagîrkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve û jenosîda Êzidiyan re derbas dibin û tevî ku hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî soz ji bo avedankirina Şingalê û qerebûkirina Êzidiyan dabûn, lê belê wek Mîrê Êzidiyan dibêje, wan heta niha sozên xwe bi cih neanîne.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ji K24ê re got: “Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sozên avedankirina Şingalê û qerebûkirina xelkê, diyarkirina çarenivîsa sê hezar xwişk û birayên me, vekirina gorên bikomî û hewlên ji bo nasandina vê karesatê wek jenosîd, dabûn me lê mixabin heta niha wan tiştek ji wan bi cih neaniye.”

Mîrê Êzidiyan got: “DAIŞ nema û tevî derbasbûna heşt salan jî, hîn xelkê me di bin konan de dijîn. Xelkê me koçber û derbider bûne û heta niha îro jî ferman li ser xelkê me berdewam e.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg daxwaz ji civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên navdewletî kir, pirsgirêkên Şingalê û xelkê çareser bikin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin