MINBIC- Çekdarên girêdayî Tirkiyeyê êrişî gund kir: 5 zarok hatin kuştin

.

Grûpên çekdar ên opozisyona ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrişî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê kir û 5 zarok hatin kuştin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrişê daxuyaniyek da.

Li gorî Encûmena Leşkerî ya Minbicê demjimêr 6ê sibehê hêzên Trikiyeyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, êrişî gundên Muhsinlî, Ereb Hesen, Seyade û Dendeniyê kir.

Herwiha berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku şervanên wan bersiva vê êrişê daye û şer derketiye.

Encûmen Leşkerî da zanîn ku di encam topbarana hêzên Tirkiyeyê de li gundê Muhsinlî yê bakurrojavayê Minbicê 5 zarokan canê xwe ji dest daye.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Ferhad Şamî got ku grûpên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike îro danê sibê “Li gundê El-Muhsinlî yê gundewarê Minbicê komkujiyeke hovane li dijî 5 zarokan pêk anîn.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle