Milîsên Îranê êrîşî bargehên HSDê kir: 4 milîs hatin girtin

.

Hate ragihandin ku li derdora parêzgeha Dêrazorê, çekdarên komên milîsên girêdayî Îranê êrîşî ser baregehên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û hêzên HSDê jî bersiva wan da.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li navçeyên nêzî çemê Firatê û navçeya Hewîce ya Fehîmanê ya nêzî bajarê Besîreyê ku dikeve rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, hejmarek çekdarên girêdayî Îranê êrîşî ser baregehên HSDê kirin.

SOHRê diyar kiriye ku derbarê zirarên êrîşan de nehatine agahî nehatine standin.

Herwiha HSDê jî di operasyoneke navçeya Swêdanê ya rojhilatê Dêrazorê de, çar kes bi tometa pêwendiya wan bi komên çekdarên girêdayî Îranê re heye binçav kir û û lêkolîn li ser wan da destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide