Mike Josefê ji Rojava bûye Şaredarê Frankfurtê

.

Mike Josefê ji Qamişloyê di hilbijartinê de bi ser ketiye û bûye Şaredarê bajarê Frankfurtê yê Almanyayê.

Di hilbijartina şaredariyê ya Almanyayê de Mike Josefê li bajarê Frankfurtê ji sedî 51,7ê dengan bidest xistiye û bi ser ketiye. Josef li ser navê Partiya Sosyal Demokratan a Almanyayê (SPD) ketiye hilbijartinê. Josef li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê jidayik bûye.

Hilbijartin di dora yekem de bi encam nebûye û di dora duyem de Josefî rikberê xwe Uwe Beckerê ji Yekîtiya Xristiyan Demokratan a Almanyayê (CDU) têk biriye.

Di dora yekem de dengên Josefî ji sedî 24, yê Beckerî jî ji sedî 34,5 bûn. Josef di kampanyeya xwe ya hilbijartinê de diyar kiribû ku ew ê kirêyên xaniyan bîne asteke guncav û hin tiştên din ên civakî derxistibû pêş.

Josef wê bê şûna Peter Feldmanî ku ji ber hevjîna xwe Zubeyde Feldmann bi mehaneyeke gelekî baş li şaredariyê bicih kiribû, doz lê hatibû vekirin. Piştî vê bûyerê referandûmek pêk hatibû û gel ji bo Feldmann dest ji wezîfeyê berde, deng dabû.

Derbarê Mike Josefî de

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê li malbateke Xrîstiyan jidayik bûye. 40 salî ye û tevî malbata xwe koçî herêma Baden-Württemberê yê Almanyayê kiriye. Li Zanîngeeha Goetheyî zanista siyasetê, dîrok û hiqûq xwendiye. Di sala 2010an de ji beşa zanista siyasetê derçûye.

Ji sala 2013an heta 11ê Çiriya Paşiyê ya 2022yan li Frankfûrtê serokê SPDyê bû. Zewicandî ye û du kurên wî hene.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye