Mihemed Şiya Sûdanî: Nabe Sûriye bibe qada pevçûnan

.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku nabe Sûriye bibe qada pevçûnan.

Sûdanî eşkere kir ku hikûmeta wî derbarê bûyer û pêşhatên herêmê amade ye bi welatên herêmê û bi taybetî jî bi Tirkiyeyê re hevahengiyê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê îro çû Bexdayê û bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Hûsên û Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Serokwezîriya Îraqê piştî civîna Sûdanî û Hakan Fîdan daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan rewşa herêmê û Sûriyeyê gotûbêj kir û behsa aramkirina herêmê kir.

Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku Îraq derbarê pêşhatên herêmê amade ye bi welatên herêmê û bi taybetî jî bi Tirkiyeyê re hevahengiyê bike.

Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku nabe Sûriye bibe qada pevçûnan û ew yek dê bandorê li herêmê bike.

Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta wî dosyeya pêwendiyên dualî dişopîne.

Li gorî daxuyaniyê, Hakan Fîdan jî tekez kir ku dê xebatên Tirkiyeyê yên di çarçoveya Projeya Rêya Bipêşketinê de berdewam bikin.

Rêya Bipêşketinê dê 1200 kîlometre be, ji rêya hesin û bejahiyê pêk tê ji bo veguhastina geştyar û kelûpelên bazirganiyê, dê di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbas bibe û ji wê derê biçe Tirkiyeyê.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc