Mihemed Mela Reşîd Xerzî li Îmaratê hatiye girtin

.

Miftiyê Rojavayê Kurdistanê û Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd Xerzî û şanda ligel wî ku li Îmaratê wenda bûbûn, hat zanîn ku ew li Îmaratê hatiye girtin.

Jêdereke nêzîkî malbata wî ji Rûdawê re got ku Miftiyê Rojavayê Kurdistanê û Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd Xerzî li Îmaratê hatiye girtin.

Malbata Mihemed Mela Reşîd Xerzî jî daxuyaniyek di derbarê wendabûna wî de belav kir û ragihand ku ev 4-5 roj in tiştek li ser wî nizanin, tevî ku serdana wî ji bo Îmaratê serdaneke fermî bû jî lê wenda bûbû.

Malbat dibêje ew ji bo ku beşdarî Foruma Diyaloga Olan bibe çûbû Îmaratê, lê piştî ew gihiştiye bajarê Şarîqe pêwendî pêre qut bûne.

Malbata wî bang li Rêveberiya Xweser û hikûmeta Îmaratê kir ku bi berpirsiyariya xwe rabin û selametiya jiyana wî biparêzin.

Heta niha ne Rêveberiya xweser, ne jî hikûmeta Îmaratê tiştek negotine.

Malbat dibêje, çarenivîsa wî neyê diyarkirin, ew dê dest bi rêkarê yasayî bikin dosya wî bigihînin aliyên navdewletî.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ