Mihemed Hacî Mehmûd: Nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê diyarker ê nakokiyên derveyî herêmê

.

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, nabe Herêma Kurdistanê bibe cihê diyarker di şerê li derveyê herêmê de.

Herwiha Mihemed Hacî Mehmûd dibêje "Em bi êrîşên Komara Îslamî ya Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanî nîgeran in ku di encamê de hejmareke qurbanî çêbûn, baştirîn rê di navbera her du aliyan de diyalog e."

Mihemed Hacî Mehmûd dibêje: "Divê Herêma Kurdistanê nebe faktora diyarker a nakokiyên li derveyî herêmê. Gelê kurd berdêla vê yekê bide. Hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin."

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin