Mihemed Hacî Mehmûd: Hikûmeta Iraqê bi pereyên Helebceyê Kuweyt qerebû kiriye

.

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de ragihand, hikûmeta Iraqê bi pereyên Helebceyê Kuweytê qerebû kiriye. Herwiha bi pêwîst jî zanî ku divê dosyeya kîmyabarana Helebce were berfirehkirin.

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd îro 16.03.2024ê di 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê pereyê xelkê Helebceyê bir û û wek qerebû da Kuweytê. Divê hikûmet qerebû bide xelkê Helebceyê.”

Mihemed Hacî Mehmûd bi pêwîst zanî ku divê dosyaya kîmyabarana Helebce were berfirehkirin, ji ber ku weke ku dibêje, “gelek zulm li Helebceyê hatiye kirin û hikûmeta ku ew bombebaran kiriye, hikûmeta wî welatî bû.”

Herwiha got: “Îro tekane çekê bihêz ê di destê gelê Kurdistabl de ye, yekrêziya hemû aliyên siyasî û gelê tevahiya Herêma Kurdistanê ye.”

 Îro 16ê Adara 2024an, 36 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin. Tevî ku berî 13 salan Parlemantoya Iraqê tawana êrîşa kîmyayî wek jenosîd nas kir, lê hikûmeta Iraqê heta niha wek mîratgirê rejîma berê, qurbaniyên vê komkujiyê qerebû nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin