Miftiyê Rojavayê Kurdistanê û cîgirê wî li Îmaratê hatin azadkirin

.

Miftiyê Rojavayê Kurdistanê Mele Mihemed Xerzî û Cîgirê wî Mele Ebdurehman Bedirxan, ku her du jî li Îmaratê girtî bûn, hatin azadkirin û dê li Îmaratê beşdarî civîn û Foruma Diyaloga Olan bibin.

Mele Mihemed Xerzî ku di heman demê de Hevserokê Kongreya Islama Demokratîk e li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku ew niha li Îmaratê ne û hatine azadkirin.

Miftiyê Rojavayê Kurdistanê diyar kir, ew selamet in û dê civîn û karûbarên ku ji bo wan serdana Îmaratê kirine, temam bikin.

Cîgirê Miftiyê Rojavayê Kurdistanê, Mele Ebdulrehman Bedirxan jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ew dê li Îmaratê beşdarî Foruma Diyalogan Olan bibin û di nava 2-3 rojên bê de ew dê vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Pêştir hatibû ragihandin ku her du kes bi serdanekê çûne Îmaratê, lê 4 roj in têkiliya bi wan re qut bûye. Piştre derket holê ku li Îmaratê hatine desteserkirin, bêyî ku ti zanayrî û hûrgilî li ser desteserkirina wan bê aşkerekirin.

Jêderekî nêzîkî malbata Mele Mihemed Xerzî duh ji Rûdawê re gotibû ku ew li Îmaratê hatiye girtin.

Malbata Mela Mihemed Xerzî jî daxuyaniyek di derbarê wendabûna wî de belav kiribû û ragihandibû, tevî ku serdana Mela Mihemed Xerzî ji bo Îmaratê serdaneke fermî bûye lê ew 4-5 roj in tiştekî li ser wî nizanin.

Malbatê gotibû, ew ji bo ku beşdarî Foruma Diyaloga Olan bibe çûbû Îmaratê, lê piştî ew gihiştiye bajarê Şarîqe pêwendî pêre qut bûne.

Di heman demê de malbata Mela Mihemed Xerzî bang li Rêveberiya Xweser û hikûmeta Îmaratê kiribû ku berpirsiyariya xwe pêk bînin û selametiya jiyana wî biparêzin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’