MHPê şaxa partiya xwe ya li Diyarbekirê girt

.

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin.

 Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa  MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin û herwiha rêxistina bajêr jî hatiye betalkirin. MHPê li medyaya civakî ragihand ku pêwîst hatiye dîtin ku gavet wisa were avêtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Semîh Yalçin li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku wan biryar dane Şaxa  MHPê ya Diyarbekir bidin girtin û herwiha Yalçin dide zanîn ku rêxistina bajêr a MHPê jî hatiye betalkirin.

Yalçin di daxuyaniya xwe de dibêje li gorî xalên rêznameya partiya wan ên peywendîdar pêwîst hatiye dîtin ku ev biryar were dayîn.

Serokatiya Şaxa Diyarbekir a MHPê ji aliyê Cîhan Kayaalp ve ji sala 2018an ve dihat kirin.

Ji aliyê MHPê ve derbarê çarenûsa MHPê ya Diyarbekir de hîn jî daxuyaniyek nehatiye ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle