Mezlûm Kobanî resmîyeta "Ciwanên Şoreşger" pesend kir

.

General Mezlûm Kobanî li gel Tevgera Ciwanên Şoreşgêr civînek pêk anî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî li gel Tevgera Ciwanên Şoreşgêr civiya.

Civîna Ciwanên Şoreşger

Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, roja Yekşemê General Mezlûm Kobanî, beşdarî civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşgêr bû.

Li gor heman çavkaniyê, di civîna xwe de ligel Rêxistina Ciwanên Şoreşgêr, Mezlûm Kobanî tekez kiriye, armanca Tirkiyê ji êrîşa bo ser Tevgera Ciwanan tirsandina civaka rêxistinkirî ye.

Mezlûm Kobanî herwiha diyar kiriye, Tirkiye dizane ku ciwan rêberên civakê ne û bi lawazkirina tevgera ciwanan, hewl dide Şoreşê li bakur û rojhilatê Sûriyê ji nav bibe.

Endameke Ciwanên Şoreşger ji Rûdawê re axivîbû

Endameke Tevgera Ciwanên Şoreşer di hevpeyvîneke taybet de behsa êrişên li ser ofîsên Rûdawê û ENKSê kiribû û gotibû, “Êrişên li ser ofîsa Rûdawê li ser esasê hişyarkirinê bûn.”

Medya Yûsif gotibû, “Ciwanên Şoreşger biryara xwe didin û ne bi ser ti aliyekî ve ne. Biryar ji aliyê encûmenê ve tên dayîn û nikarin li dijî biryarên Rêveberiya Xweser jî rawestin.”

Lê Nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê dibêje, Ciwanên Şoreşger “ser bi Qendîlê ve ne û fermanê jî ji Qendîlê werdigirin.”

Herwiha Bavê keçeke 16 salî jî daxwaz ji General Mezlûm Kobanî kiribû ku keça wan ji destê Ciwanên Şoreşger rizgar bike.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî