Mezlûm Kobanî: Em dê bi hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê

.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî di peyama xwe ya bo Newrozê de behsa rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û got, “Em dê bi vê hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez dike, “Gelê me û dostên xwe agirê Newrozê bi yek dest û dengî geş dike. Em dê bi vê hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê.”

General Mezlûm Kobanî dibêje, “Bi ROJA NÛ re em israra xwe ya parastina nirxên şoreşê nû dikin.”

Mezlûm Kobanî amaje bi rewşa bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, “Heya em agirê Newrozê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî geş bikin, Newroza Serfiraziyê pîroz be.”

Peyama General Mezlûm Kobanî:

Gelê me û dostên xwe agirê Newrozê bi yek dest û dengî geş dike. Emê bi vê hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê.

Bi ROJA NÛ re em îsrar xwe ya parastina nirxên şoreşê nû dikin.

Heya em agirê Newrozê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî geş bikin, #NEWROZA_SERFIRAZIYÊ pîroz be.

Li her çar aliyên Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê berdewam in û li bajar û bajarokên cuda yên Rojavayê Kurdistanê jî agirê Newrozê tê vêxistin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn