Mezlûm Ebdî vegeriya Rojavayê Kurdistanê

.

 Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî piştî civîna bi Serok Mesûd Barzanî re vegeriya Rojavayê Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê civiyan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Mezlûm Ebdî û şandeya pê re piştî civînê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Boruya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyane.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek belav kir û got:

“Di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha çarçoveya giştî ya têkiliyên aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re û çawaniya helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin nirxandin.”

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî roja duşemê çûbû Rojavayê Kurdistanê û li Hesekê bi Mezlûm Ebdî re civiyabû.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk belav kir ku Mezlûm Ebdî spasiya peyam û piştgiriya Serok Barzanî kiriye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku di qonaxa niha de pêwîstî bi yekkirina hewlên di navbera aliyên Kurdî de heye.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide