Mezlûm Ebdî û ENKS civiyan

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û ENKS li hev civiyan.

Li gorî agahiyên ku Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif dane Rûdawê, “Civîn baş derbas bûye.”

Feysel Yûsif da zanîn ku “Hevpeymaniya Navnetweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon ) beşdarî civînê bûye” û dê civîneke din jî were kirin.

Hat zanîn ku civîn li Hisîçayê (Hesekê) li baregeheke Amerîkayê hatiye kirin.

“Me li ser berdewamiya diyalogê li hev kir”

Endama Desteya Serokatiyê ya ENKSyê Fesla Yûsifê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku civîn baş derbas bûye û got:

“Me li ser berdewamiya diyalogê li hev kir, civîn bi amadebûna aliyên Amerîkî û Fransî bû.

Di demeke nêzîk de dê civînineke din de hebe.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku civîn pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di civînê de hatiye diyarkirin ku divê nakokiyên di navbera aliyan de zû çareser bibin û berdewamiya hevdîtinan girîng e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle