Mezlûm Ebdî: Tirkiye di vê dema karesata erdhejê de bi hincetên nerast êrîş dike…

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Til Rifat û Kobanî û bombekirina otomobîlan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve peyamek belav kir.

 Ebdî di peyama ku li ser Twitterê bi Îngilîzî û Erebî belav kiriye de dibêje ku di hefteya dawî de Tirkiyê welatiyên sivîl li Til Rifet û Kobanî kirine armanc û di demeke ku hemû herêm û cîhan bi erdeja li Tirkiyê û Sûriyê re mijûl in de, Tirkiye welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê hedef digire.

Mezlûm Ebdî diyar dike; “Bêyî ku guh bide karesata mirovî ya erdhejê li Tirkiyê û Sûriyê, ku tê de bi deh hezaran kesan can dane û ji ber karesatên xwezayî bi deh hezaran kes li derve dimînin, Tirkiye bi hincetên nerast dijmintiya xwe li dijî gelê Kurd berdewam dike.”

Ebdî di beşeke din a peyama xwe de daye zanîn: “Di demeke ku hemû karên navdewletî û herêmî ji bo şandina alîkariyên mirovî ji bo navçeyên wêranbûyî li Tirkiyê û Sûriyê berdewam dikin de, di demeke wiha de dronên Tirkiyê roja Çarşemê otombîleke sivîl li gundewarê Qamişlo bombebaran kir, di encam de welatiyekî sivîl can da û endamekî Asayişê birîndar bû.”

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye