Mezlûm Ebdî têkildarî gora Silêman Şah daxuyanî da

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew nêrîna xwe ya têkildarî got Silêman Şah dubare dikin û got, “Em amade ne rêya heta cihê gorê vekirî bihêlin.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê vegerandina gora Silêman Şah daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî, biryardariya xwe ya ji bo vegerandina gora Silêman Şah a ji bo cihê wê yê kevin, dubare kir û got ku ew amade ne rêya heta cihê gorê vekirî bihêlin û alîkariyên ji bo hêsankirinê pêşkêş bikin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê di peyama xwe de wiha got:

“Li gorî lihevkirinên navneteweyî, em biryardariya xwe ya vegerandina gora Sultan Silêman Şah a li cihê wê yê kevin dubare dikin.

Em amade ne rêya heta wî cihî vekirî bihêlin û tevahî alîkariyan ji bo hêsankirina derbasbûnê ya di pira Qereqozaqê re ber bi cihê gorê ve pêşkêş bikin.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide