Mezlûm Ebdî spasiya Trump kir

.

 Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî derbarê biryara Trump a rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê got, "Ji bo biryara wî ya rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê ku dê bandorek erênî li ser welêt bike em spasiya Donald Trump dikin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Riyada paytexta Erebistana Siûdi ragihand ku birêveberiya wî biryar daye ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.

Trump her wiha got, "Dema wê hatiye ku em şansekî bidin Sûriyeyê û hêviya bextekî baştir ji we re dixwazim."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser biryara Serokê Amerîkayê daxuyaniyek da.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ji bo biryara wî ya rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê ku dê bandorek erênî li ser welêt bike em spasiya Donald Trump dikin.

Em hêvî dikin ku ev gav dê ji bo piştgiriya aramî û jinûveavakirinê were bikaranîn û ji bo hemû Sûrîyeyiyan paşerojek baştir were misogerkirin. Sûriye her tim hêjayî ya herî baş e."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle