Mezlûm Ebdî: Pêkan e li Tebaxa bê danûstandinên Kurdî - Kurdî bên vegerandin

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dibêje, “Pêkan e li dawiya meha Tebaxê ya bê danûstandinên Kurdî - Kurdî bên vegerandin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Sêşem, 23.07.2024) di hevpeyvînekê de bi kanaleke tilevizyonî re ragehand, “Niha daxwaza vegerandina danûstandinan ji me û Amerîka û Brîtanya û Fransayê tê kirin.”

Navbirî di derheqa hilbijartinan de jî got, “Çi kesekî maf nîne daxwaza paşxistina hilbijartinan ji me bike, lê li ser me pêdivî ye em hizir di berjewendiya gelê xwe de bikin.”

Di derheqa asayîkirina peywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê de jî amaje da, “Ez bawer nakim bizavên rêxweşkirinê di navbera Enqere û Dîmeşqê de bigehin encamekî destnîşankirî, her çi nebe di paşerojeke nêzîk de, ji ber ku doza Sûriyeyê gelek aloz e.”

Herwesa li ser doza Kurdî li Sûriyeyê jî got, “Doza Kurdî li Sûriyeyê gelek mezin e û rijêm heta niha du dersên Kurdiyê jî qebûl nake.” Herwesa got, “Em ji bo danûstandinên bi Tirkiyeyê re amade ne lê şertê me yê serekî gengeşekirina li ser xwevekêşana Tirkiyeyê ji deverên me yên dagirkirî ye, û helbet wan jî şertên xwe hene.”

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê