Mezlûm Ebdî: Em bi hêvî ne ev cejn ji bo welatê me bibe wesîleya aramiyê

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Cejna Remezanê ya xelkê Rojavayê Kurdistanê misilmanê cîhanê  pîroz kir û got, “Em bi hêvî ne ev cejn ji bo welatê me bibe wesîleya ewlehî û aramiyê.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê da û got, "Cejna Remezanê li tevahî Sûriyeyiyan û cîhana îslamî pîroz be."

Mezlûm Ebdî li ser rûpela xwe ya Xê der barê Cejna Remezanê de ev peyam da:

“Ez Cejna Remezanê li tevahî Sûriyeyiyan û cîhana îslamî pîroz dikim.

Bi vê boneya pîroz, em diyar dikin ku bijardeya me ya daîm aştî ye û em pabend in ku bi rêbazên aştiyane îstîqrarê pêk bînin.

Em bi hêvî ne ev cejn ji bo welatê me bibe wesîleya ewlehî û aramiyê."

Li gorî desthilata Şamê û Rêveberiya Xweseriya Rojavayê Kurdistanê  sibe duşemê roja yekemîn a Cejna Remezanê ye.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK