Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ji bo qurbaniyên aloziya li Girtîgeha Kobaniyê peyameke sersaxiyê belav kir û soz da ku ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê lêpirsîneke berfireh bê kirin.
Mezlûm Ebdî îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:
"Aliyên pêwendîdar ji bo eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê û cezakirina kesên xemsar dest bi lêpirsîneke berfireh û şefaf kiriye.
Encamên lêpirsînê dê bi hemû zelalî û şefafiyê ji raya giştî re werin eşkerekirin."
Mezlûm Ebdiyê ku çûbû bajêr û seriyek dabû birîndaran da zanîn ku ji bo rêlibergirtina ducarebûna bûyerên bi vî rengî divê rola saziyên dadwerî û ewlehiyê were aktîvkirin.
Ebdî her wiha anî zimên ku divê hevahengiya di navbera saziyan de were xurtkirin da ku serweriya qanûnê pêk were, mafên sivîlan û girtiyan bên parastin û aramî û ewlehiya Kobaniyê were mîsogerkirin.
Çi bûbû?
Berê sibeha şemiyê (12ê Îlona 2026an) li Girtîgeha Kobaniyê şewatek derketibû.
Di vê şewatê de 9 kesan canê xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn ku birînên 7an ji wan giran bûn.
Ev alozî di demekê de çêbû ku li bajêr ji roja înê ve ji ber kuştina şervanekî Kurd xwenîşandan hebûn.
Kurdistan Haberleri
Piştî hejmartina %95ê dengên hilbijartinên Swêdê, 5 kurd bûn parlamenter
Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin
PDK-Bakurê dozvekirina li dijî 11 endamên PWKê şermezar kir
Li Silêmaniyê êrişî kampa Komeleyê hat kirin
Asayîşê li Helebceyê operasyonek kir: 22 DAIŞî hatin desteserkirin