Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî  (HSD) ragihand ku konferansa neteweyî ya aliyên siyasî ya Rojavayê Kurdistanê dê 26ê vê mehê were lidarxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina konferanseke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî  li ser hesabê xwe yê Xê derbarê lidarxistina konferansê daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku konferans dê 26ê Nîsanê were lidarxistin.

Ebdî di peyama xwe ya Xê de wiha got:

“Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku konferansa ‘Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava’ dê 26ê Nîsanê bê lidarxistin.

Yekîtiya Kurdan pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd li Sûriyayê ye.

Em hêvîdar in ku hemû alî wê berpirsyariya xwe ya neteweyi bi cih bînin.

Bi vê boneyê, em spasıya hemû aliyên ku di pêkanîna vê gavê de bûn alîkar dikin û ji xebatên konferansê re serkeftinê dixwazin.”

Partî, rêxistin û kesayetên Kurd Çiriya Paşîn a 2024an ji bo lidarxistina Kongreyeke Neteweyî dest bi danûstandinan kiribûn.

Konferansa  Neteweyî ya aliyên siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dihat çaverêkirin 18ê Nîsanê bihata lidarxistin lê ew hatibû hat bipaşxistin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle