Mezlûm Ebdî bo El Erebiye: Em her cûre pêwendiya ligel Îranê red dikin

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di hevpeyvîneke ligel televizyona El Erebiye de da zanîn, rejîma Îranê sedema nearamiyên li Sûriyê ye û ew her cûre pêwendiya ligel Îranê red dikin.

Mezlûm Ebdî li ser pirsa peyamnêrê El Erebiye ya derbarê danîna pêwendiya bi Îranê re got ku ew ji her cure pêwendiyên ligel Îranê xwe diparêzin û daxwaza Îranê ya ji bo danîna pêwendîyê bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re jî ew ê red bikin.

Ebdî herwiha destnîşan kir, Îran sedema neramîyên li Sûriyê bûye û gelek qeyran ji bo xelkê Sûriyê çêkirine.

Mezlûm Ebdî diyar kir, yek ji astenga bingehîn bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê rejîma Îranê ye û ji 4 salên derbasbûyê ve gelek caran êrîş kirine ser hêzên wan.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide