Mezlûm Ebdî bo BBC: Em ji piştgiriya Îsraîlê re nabêjin na!

Mezlûm Ebdî bo BBC: Em ji piştgiriya Îsraîlê re nabêjin na!

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di hevpeyvîneke ligel BBCyê de bersiva pirsa derbarê piştgiriya Îsraîlê bo Kurdên Sûriyê da.

Ebdî got, “Çi Îsraîl çi hinekên din di vê dinyayê de kî piştgiriya me bike em ê pê kêfxweş bibin û ji wan re nabêjin na.

Mezlûm Ebdî wina axivî: “Ji bo em karibin mafên xwe bistînin û destkeftên xwe biparêzin em piştgiriya her aliyekî qebûl dikin. Kî êrîşên ser gelê me û hêzên me bide rawestandin, helbet em ji kesî re nabêjin na. Em pê kêfxweş dibin. Îsraîl jî yek ji wan hêzan e ku bandora wê li ser Amerîka û welatên din heye.”

Hêjayî gotinê ye, ev demek e ji aliyê Îsraîlê ve daxuyaniyên piştevanî û alîkariya Kurd û Durziyên Sûriyê têne dayîn. Herî dawî jî Serokwezîr Binyamîn Netanyahû ragihand, “Em destê xwe dirêjî hevpeymanên xwe yên Durzî û mîretaya bavûkalên xwe dostên Kurd ên li Judea û Samariayê dikin.”

Kurdistan Haberleri

Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?