Mezlûm Ebdî: Amerîka li dijî operasyona Tirkiyê ye

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, Amerîka û Îran li dijî operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, Amerîka û Îran li dijî operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ne.

Mezlûm Ebdî îro Şemiyê 26ê Mijdarê, di konferanseke rojnamevanî ya online de li ser gefên artêşa Tirkiyê yên êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê got: “Tirkiyê hêz li ser sînorê Kobanê cîgir kiriye û dixwaze êrîş bike.”

Ebdî li ser helwesta civaka navdelwetî û bi taybetî jî helwesta Amerîkayê li hember gefên Tirkiyê got: “Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser egera rêkeftina hikûmetên Şam û Enqerê li ser operasyonê, diyar kir: “Bawer nakim hevahengî di navbera artêşa Tirkiye û Sûriyê de hebe. Em hêvî dikin Sûriye bersiv bide gefên artêşa Tirkiyê.”

Piraniya welatên ku rola wan di guherînên nav Sûriyê de heye, ligel operasyona Tirkiyê li dijî Sûriyê nînin, Mezlûm Ebdî di bersiva pirsa Kurdistan24ê ya egera guherîna hikûmeta Enqerê bi nêrîna wan welatan û êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de got: “Em dixwazin kêşe bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin. Hêzên me ji bo bersivdana êrîşên Tirkiyê amade ne. Ez bawer im, eger Tirkiye gefên xwe bike êrîş, dê helwesta Amerîkayê tundtir bibe.”

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir