Mezintirîn kompaniya enerjiyê ya Ewropayê gilîname dijî Tirkiyê tomar kir

.

Kompaniya Enel a Îtalî ku mezintirîn kompaniya enerjiyê ye li ser asta Ewropayê, ji ber hilweşandina projeyên enerjiyê gilîname dijî Tirkiyê tomar kir. Li gor medya Tirkiyê, Kompaniya Enel ji ber hilweşandina projeyên hîdroelektrîk ew gilîname tomar kiriye.

Li gor heman medyayê, Kompaniya Enel gilîname dijî Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Yasayî ya Serokatiya Komara Tirkiyê, Wezareta Derve, Wezareta Dadê û Ofîsa Veberhênanê ya Serokatiya Komara Tirkiyê tomar kiriye.

Kompaniya Enel a Îtalî ji sala 2009an ve piştî îmzekirina girêbestê ligel Kompaniya Delta ya Veberhênanê, çûye nav bazara hîdroelektrîk a Tirkiyê. Enel di çarçoveya wê girêbestê de plan danî di dema pênc salan de santraleke 300 megwatt a hîdroelektrîk dabimezrîne. Wê kompaniyayê piştre di sala 2013an de plana nû eşkere kir û got, di salên navbera 2013-2017an de li Tirkiyê bi bihayê 6.1 milyar euro veberhênanê dike.

Kompaniya Enel di sala 1962an de hatiye damezrandin û di warê dahata salane de ku 65 milyar euro ye, li ser asta cîhanê di rêzbenda 73emîn kompaniyayên mezin de ye. Enel li ser asta cîhanê duyem mezintirîn kompaniya berhemanîna elektrîkê ye. Sermayeya wê kompaniyayê 163 milyar euro ye û bi giştî 66 hezar karmendên wê hene.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin