Meytê Şêx Şamo îro gihîşt Herêma Kurdistanê

.

Meytê yek ji kesayetiyên Kurdên Êzîdî û Serokê Binkeya rewşenbîriya Lalişê Şêx Şamo, îro ji Tirkiyê ve şandin Herêma Kurdistanê  û wê bi merasimekê bê veşartin.

Meytê Şêx Şamo îro bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve gihîşt Herêma Kurdistanê û merasimeke rêzgirtinê jê re hat sazkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî di merasima rêzgirtina meytê Şêx Şamo beşdar in.

Biryar bû do Çarşemê meytê Şêx Şamo bişînin Herêma Kurdistanê, lê ji ber xerabiya rewşa hewayê, vegerandina meyt taloqî îro Pêncşemê kirin.

Bixwîne: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata birêz Şêx Şamo gelekî xemgînin

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin