Mexmûr | Du şivan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin

.

 Li sînorê qeza Mexmûrê du şivan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve ber bi çiyayê Qereçûxê ve hatin revandin.

Li gor Berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê Ebdula Tahîr di derbarê bûyerê de diyar kiriye, derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Mihêdî ya ser bi qeza Mexmûrê du şivan ber bi çiyayê Qereçûxê ve revandine.

Tahîr destnîşan kiriye, yek ji wan şivanana xelkê gundê Girdehare ye û yê din jî xelkê gundê Başberde ye û xwedî pez in.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle