Mewlewî Ebdulhemîd: Rêya deshilatdarên Komara Îslamî dê bi bombestê bi dawî bibe

.

“Mewlewî Ebdulhemîd” pêşnimêjê Mizgevta “Mekkî” ya bajarê Zahidanê, di xutbeya roja Îna 11ê Xakelêweya 1402an de, tevî tekezîkirin li ser rewatiya daxwaziyên xelkê Îranê got: “Rêya bepirsên rejîma Îranê dê bigihîje bombestê”, herwisa navbirî daxwaz ji xelkê kir ku rêpîvana bêdengiyê jî lidar bixin”.

“Mewlana Ebdulhemîd” tevî îşarekirin bi roja binav refrandomê li 12ê Xakelêweya 1358an a Rojî li Îranê got: “Komara Îslamî ya Îranê di wan 4 dehikan de, derfetên heyî ji dest dane; wî “mezhebgerayî” û “qatgerayî”iya Komara Îslamî sebebkarê jidestçûna pêkhateya komarî li çar dehikên derbasbûyî di Îranê de daye zanîn.

Herwisa navbirî tekezî li ser nehêştina cudatiyan li Îranê kiriye û binyata rejîma Îranê kir bi armanc û got: “Heta guherînên kûr û giştî di Îranê de neyêne kirin, pirsgirêk di wî welatî de çareser nabin”.

Mewlana Ebdulhemîd bi îşarekirina nerasterat bi qurixkirina biryardanê ji aliyê “Elî Xamineyî” û Spaha Pasdaran ve got: “Di Îranê de birêveber bikêrnehatî ne û şiyana biryardanê nînin”.

Piştî axavtinên Mewlana Ebdulhemîd, xelkê azadîxwaz bi rêpîneke aram nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye