Mewlewî Ebdulhemîd: “Pirsgirêkên welat bi bidarvekirina xelkê çareser nabin”

.

Roja Înê 20ê Gelawêjê, Mewlewî Ebdulhemîd pêşnimêjê Mizgecta Mekkî ya Zahidanê, di xutbeya Înê ya bajarê Zahidanê de tevî îşarekirin bi çendîn krîz û pirsgirêkên ku pêsîra xelkê Îranê girtine, rû li rejîma Îranê got: “Pirsgirêkên welat bi binçavkirina rojnamevanan û siyasetmedaran an sepandina cezayê bidarvekirinê, çareser nabin”.

Herwisa Mewlewî Ebdulehmîd di axavtinê xwe de îşare bi krîzên jîngehê wek agirpêketina çendîn rûberê daristanan li bajarê Merîwanê, çikbûna qobiyan, kêmbûna ava vexwarinê û pirsgirêkên gola Urmiyê û gola Hamûnê kir.

“Mewlewî Ebdulhemîd” ku Spaha Pasdaran û bi taybet “Elî Xamineyî” bi berpirsê sertkutkirina xelkê û krîzên Îranê dizane, di axavtinên xwe de behsa destnekevtina dermanan, daketina nirxê diravê Îranê li hember perê biyanî û krîza aboriya Îranê kir û da zanîn ku ew yeka janek bo hemû xelê Îranê ye.

Herwisa Mewlewî Ebdulhemîd li derheq şêwaza birêveberîyê li Îranê ragihand, ku berpirsên niha an bikêrhatî nînin an jî ti desthilatek nînin; navbirî bi vê gotinê bi awayê nerasterast îşare bi rola bingehîn a “Elî Xamineyî” li qurixkirina desthilat, biryardan û neşiyana berpirsan di bêreveberiya Îranê de kiriye.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn