Mesûr Barzanî darbarê kuştina 4 Kurdên Cindirêsê de daxuyaniyek belav kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Em şehîdkirina welatiyên li Cindrêsê bi awayekî herî tund şermezar dikin."

Li gorî agahiyên ku li bajarokê Cndrêsê yê Efrînê hatine dayîn, êvara duşemê 20-03-2023 koma Çeyş El-Şerqiyê ya opozîsyona Sûriyê di dema dadanê agirê Newrozê de gule li welatiyên Kurd reşand.

Di gulebarana Ceyş ElŞerqiye de 4 endamên yek malbatê (Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman ê 38 û Mihemed Ferhadîn Osman ê 18 salî) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji rayedarên herêmê kir, lêkolînê li ser encamderên wê tawanê bikin û radestî dadgehê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje:

“Duh êvarê li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrênê ve, ji aliyê çend kesan ve êrişî ser ahenggirtin agirpêxistina ji bo cenjna Newrozê hat kirin, mixabin çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.

Em sersaxiyê malbatên qurbanîyan dikin û hevxemên wan in  û em hêvîya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Bi awayekî herî tund em vê tawanê şermezar dikin û bang li rayedarên herêmê dikin ku lêpirsênên pewîst bikin û kiryarên vê tawanê bigihîjin cezayên xwe.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle