Mesrûr Barzanî: Zêdetir ji 800 gundên me ji ber şer û pevçûnên PKKê û Tirkiyê wêran bûne

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, zêdetirî 800 gundên Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên PKKê û Tirkiyê wêran bûne û me nekariye wan gundan ava bikin.

Derbarê êrîşên welatên cîran li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî ya ligel Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Berbuck de ragihand, wan hertim gotiye ku ew li dijî binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê her aliyekî ve ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir ku ew naxwazin navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran were bikaranîn. Di heman demê jî daxwaz ji welatên cîran kir ku ew jî bi çi bihaneyekê destêwerdanê di karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de nekin û nebin beşek ji nearamiyê.

Mesrûr Barzanî got, di navbera Tirkiye û PKKê de demeke dirêj pirsgirêk hene û got, PKKê kiriye ku Tirkiye êrişên bi vî awayî berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku kêşeya kurd çareser bibe û PKK êdî nikaribe li ser navê kurdan destêwerdanê di aramiya deverê de bike.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: ‘’Ji ber şer û pevçûnên Tirkiye û PKKê, zêdetirî 800 gund wêran bûne û me nekariya wan ava bikin. got jî: “Bêguman helwesta me ew e ku divê ev şer bi dawî bibe, da ku em karibin gelê vegerînin gund û deverên wan.”

(Basnews)

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye