Mesrûr Barzanî: Wê encamên baş ji hevdîtinên Munîhê derkevin

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Konferansa Asayîşê ya Munîhê got: “Me çendîn hevdîtinên dualî encam dan û wê berhemên baş ji civînan derkevin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê Munîh a Almanyayê diyar kir: “Me beşdarî di Konferansa Asayîşê ya Munîhê de kir, ji bo em hizr û nêrînên xwe wek Herêma Kurdistanê pêşkêş bikin û me hejmarek hevdîtinên dualî kirin.”

Serokwezîr Barzanî got: “Hevdîtinên me bi piraniya aliyên ku beşdarî konferansê bûne re hebûn. Her çend îsal ji ber pandemiya Koronayê hejmara beşdarbûyan kêm bûn jî, lê me karî çendîn hevdîtinan bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Li ser piraniya babetên ku li navçeyê rû didin, me nêrîna Herêma Kurdistanê diyar kir, bi taybetî ji bo babetên ku ji Herêma Kurdistanê re girîng in. Ligel wê jî, me guhdariya nêrînên aliyên din jî kir. Bi nêrîna min, dê berhemên baş ji hevdîtinan hebe û hevtêgihîştina baş ligel hemû aliyan hebû.”

Li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û biryara Dadgeha Federalî de jî Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ev babeteke nevxweyî ye, lê belê me nîgeraniya xwe nîşan da, bi taybet derbarê ew pirsên hatine siyasetkirin. Mixabin li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biryar hatin dayîn, ew ê di karîna me de bû ji bo şîrovekirina babetan, me axaftina pêwîst di derbarê de kir.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Di Konferansa Asayîşê ya Munîhê de, guftûgo li ser sê babetên sereke tê kirin, ew jî babetên siyasî, aborî û ewlehî ne. Me ligel hemû aliyan pêwendîdar guftûgo kir û me bîr û nêrînên Herêma Kurdistanê nîşan dan.”

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin