Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz di pêwendiyeke telefonî de rûdanên vê dawiyê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Michael Waltz  ji aliyê serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ve wekî Şêwirmendê Asayişa Netewî hatiye destnîşankirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê wê pêwendiya telefonî de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê Mesrûr Barzanî û  Michael Waltz pêşhatên dawî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, guherînên herêmî, bihêzkirina pêwendiyên dualî û parastina ewlehî û aramiyê gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî bi boneya posta wî ya nû pîrozbahî li Waltz kir û têgihiştina wî ya kûr ji bo ewlehî û pêwendiyên navçeyê bilind nirxand.

Her wiha her du aliyan encamên hilbijartinên vê dawiyê û bandora wana  li ser Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nirxand û tekez li ser giringiya guherînên demokratîk kirin.

Di heman demê de wan bal kişande ser wê yekê ku pêwîst e hevkarî navdewletî zêdetir bibe.

Her wiha hat ragihandin ku her du alî ji bo hevkarî û domandina aramiyê îstiqrarê li ser rûbirûbûna kêşeyên hevpar li hev kir.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle