Mesrûr Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan civiyan

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê civiyan.

Îro Înê 15.04.2022, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir û li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina derfetên hevkariyê ji bo ewlehî û aramiya navçeyê hat kirin.

Mesrûr Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan daxwaziya xwe ji bo pêşxistina hemahengî û peywendiyên dualî li ser esasê berjewendiyên hevbeş di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û bazirganî de nîşan dan.

Mesrûr Barzanî got: "Di civînê de me behsa rewşa Îraq û deverê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û me teqezî li ser berfirehkirina derfetên hevkarî bo ewlekarî û aramiya deverê kir.”

Li aliyê din Serêkwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di derbarê civînê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Serokwezîr di tweeta xwe de wihe dibêje “Min bi Serokomar Erdogan re li ser geşedanên herêmî û potansiyela têkiliyên me yên dualî danûstendineke berhemdar kir. Me derfetên nû ji bo zêdekirina bazirganiya dualî û veberhênanê vekolîn.”

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN