Mesrûr Barzanî û nûnerê kompaniyeke Almanî danîna xeta trênê gotûbêj kirin

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li nûnerê wê kompaniya Almanî kir ya ku bo pirojeya hêla hesin ya Kurdistanê bi hikûmetê re girêbest îmze kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li berpirsê kompaniya Almanî ya hêla hesin ya bi navê Deutsche Bahn li Ewropa û Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk, Vincent van Houten kir.

Di civînê de ku konsulê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê, Klemens Semtnerjî amade bû, nûnerê kompaniya Detsche Bahn kurte raportek li ser wê girêbesta ku di navbera wan û hikûmeta Kurdistanê de hatiye îmzekirin, pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir. Nûnerê wê kompaniya Almanî da zanîn ku ev pêngaveka destpêkê ye bo destpêkirina pirojeyeka wiha girîng ku di ji çend qonaxan pêk tê û ji aliyê çend kompaniyan ve tê cîbicîkirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî têkestî li ser girîngî û stratejîkbûna pirojeya hêla hesin ya Kurdistanê kir ku dê bibe sebeba bihêzbûna jêrxana aborî ya Kurdistanê û pevgirêdadna bajar û deveran û pêşxistina danûstandina bazirganî di navbera Kurdistan û deverên din yên Iraqê û welatên cîran û cîhanê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle