Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa êrîşa ser Hewlêrê û mijarên siyasî gotûbêj kirin

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî Balyozê Yektiya Ewropayê (YE) li Iraqê Ville Varjola û şanda dîplomatîk a YE kir.

Di civîna ku berpirsê ofîsa YE li Hewlêrê û çend dîplomatên din yên YE amade bûn de, êrîşa moşekî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêrê hat şermezarkirin û behsa rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û şerê terorê û rewşa koçberan hat axaftin.

Şanda YE kurte raportek li ser xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir bi taybet di warê alîkarîkirina reformên hikûmetê bo bihêzkirin û baştirkirin sîstema bankî û karûbarên hêzên navxwe û polîs û çalakiyên sivîl û rûbirûbûna tundî û tawanên organîze û spîkirina dirav û koçberiya qaçax.

Şanda YE spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku di gelek waran de alîkarî û hemahengiyeke baş bi balyozxane û dezgehên YE yên li Iraqê re dike.

Mesrûr Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniya YE kir di warê reforman de bi taybet di warê bihêzkirina aboriyê û dîcîtalîzekirina sîstema xizmetguzariyan û bikaranîna teknolojiyê bo pêşxistina zelalî û nehîştina gendeliyê de.

Mesrûr Barzanî herwiha behsa biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî gaz û nefta Kurdistanê kir û got, ew biryar ne Destûrî ye û divê pirsgirêk li ser bingeha Destûrê bêne çareserkirin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN