Mesrûr Barzanî û Antonio Guterres civiyan

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re li Davosê civiya û mijara serekî ya civîna wan girêdayî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 17.01.2024ê li Davosê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re civiya.

Mijara serekî ya civîna wan girêdayî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji ber qurbaniyên karesata Hewlêrê serexweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.

Her du alî hevnerîn bûn ku çi behane ji bo binpêkirina serweriya Îraqê û armanckirina welatiyên sivîl nayên qebûlkirin.

Di pareka dî ya civîna wan de, dîtin û nerîn li ser dawî guhertin û pêşhatên Îraqê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê li ser bingeha destûrî li hev hatin guhertin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle