Mesrûr Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sosyologê navdar û dostê gelê Kurd Prof.Dr. Îsmaîl Bêşîkçî re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li nivîskar û sosyologê navdar û dostê gelê Kurd Prof.Dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.

Di hevdîtinê de qala xebat û zehmetiyên Bêşîkçî di berevanîkirin li gelê Kurdistanê û doza rewa ya gelê wan de kir û bilind nirxand.

Herwiha Serokê Hikûmeta Kurdistanê qala wê yekê kir ku Bêşîkçî bi nivîsandina gelek pirtûkan û lêkolînên zanistî û akademîk, berevanî li mafên gelê Kurd û gelên bindest kiriye.

Îsmaîl Bêşîkçî jî spasiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir û qala girîngiya perwerde û mijarên niştimanî û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn bi rengekî aştiyane û dadmendane kir.

Ev çend roj in Prof.Dr. Îsmaîl Bêşîkçî li Herêma Kurdistanê ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin