Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da

.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Fermangeha Medya û Zanyarî da zanîn, di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo werzişê û ji bo berdewambûna kar û çalakiyan û encamdana çalakiyên werzişî ya Yekîtiya Futbola Kurdistanê ji bo werza 2021-2022yan, Serokwezîr rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Herwiha hat zanîn, pereyê ku hatiye diyarkirin ji budceya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan / Rêveberiya Giştî ya Werzişê tê xerckirin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN