Mesrûr Barzanî: Projeya me ya Rêya Geşepêdanê ji ya Bexdayê sûdwertir e

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wan di çarçoveya Rêya Geşepêdanê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de pêşniyara projeya ku hem buhayê pêkanîna wê kêm û hem ji sûdwertir e li Bexdayê kiriye.

 Serokwezîr da zanîn ku temamkirina vê projeya ku wan pêşniyar kiriye ne tenê ji bo welatan, lê belê ji bo hemû gelê Iraqê jî sûdwertir e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di beşdarî panela di çarçoveya sempozyûma bandora hişkesalî û guherîna avûhewayê ya li ser rewşa siyasî, aborî û demografiya Iraqê bû û di derbarê guherîn û geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê de nirxandinan kir.

Serokwezîr Barzanî got ku ew ên ku nexşerêya niha ya projeya Rêya Geşepêdanê pêşniyar kirine şaşî kirine û got: “Me ji rojhilatê Dîcleyê rêyeke geşepêdanê ku buhayê wê kêmtir û sûdwertir e pêşniyar kir. Projeya ku Bexda pêşniyar dike vê rêyê derbasî rojavayê Dîcleyê dike, lê belê ji ber ku gelheya vê deverê kêm e, sûda vê projeyê jî kêm e.”

Di derbarê pêşniyara ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re kiriye de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me pêşniyar kir ku rêya di çarçoveya projeya Riya Geşepêdanê de ji başûrê Duhokê û Sêmêlê ve li rojhilatê Dîcle heta Mûsil, Hewlêr û Kerkûkê bibe û ji wê derê jî biçe Besrayê. "Ev projeya me pir sûdwertir e, lê belê plana wan a ji bo derbasbûna rêya rojavayê Dîcleyê xelet e."

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin