Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Rishi Sunak dike

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hilbijartina Rishi Sunak wek Serokê Partiya Parêzgaran û serokwezîrê nû yê Brîtanyayê, pîrozbahî li wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2022an li hejmara xxwe taybet a tora civakî “Twitter” peyameke pîrozbahiyê arasteyî serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Rishi Sunak kir.

Serokwezîr di tweeta xwe de tekezî li karkirina hevbeş ligel serokwezîrê nû yê Brîtanyayê kir bo hevahengî û xurtkirina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de.

Rishi Sunak piştî ku duhî wek Serokê Partiya Parêzgaran hat hilbijartin, îro 25ê Cotmeha 2022an ji aliyê Şahê Brîtanyayê Carlesa Sêyem ve wek serokwezîrê nû yê Brîtanyayê ve hat destnîşankirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin