Mesrûr Barzanî: Pêşwaziyê li biryara Parlamentoya Luksemburgê dikim

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan kir û got: “Ev dê alîkar bibe ku Êzidî vegerin cih û warê bav û bapîrên xwe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li biryara Parlamentoya Luksemburgê ya li ser jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan, dike û herwiha daxwaz dike ku rewşa Şingalê were asayîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Duh Parlamentoya Luksemburgê tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan wek jenosîd nas kir, ez bi germî pêşwazî li vê biryarê dikim.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ev biryar dê alîkar bibe ji bo pêkanîna hestekî mezintir a lêpirsînê ji bo civakekê, ku daxwaza asayîş û vegera bo niştimana bav û bapîrên xwe dikin.”

Herwiha eşkere kir: “Tevî wê yekê ku em wek netewe di xemgîniyê de ne ji bo wan jidestdanên ji ber vê fermana dawî, em hewldanên zêde zêdetir dikin ji bo vegerandina Êzidiyan bo civakên xwe û gihandina tawanbaran bo dadgehê. Em piştevaniya awareyan û asayîkirina rewşa Şingalê jî dikin.”

Pêncşema borî, Rêxistina Yezda bo Mafên Êzidiyan di daxuyaniyekê de ragihand, Parlamentoya Luksemburgê bi fermî tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan wek jenosîd nas kir.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser qezaya Şingalê ya li rojavayê parêzgeha Neynewa, di êrîşê de hejmareke mezin ji Kurdên Êzidî hatin kuştin û birîndar bûn, herwiha hejmareke mezin jî  hatin revandin û aware bûn û cih û warên wan hatin wêrankirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû