Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî ya bi serokatiya Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Jean-Christophe Carret kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Cîhanî ya bi serokatiya Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Jean-Christophe Carret kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de herdu aliyan li ser kar û projetên hevbeş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Cîhanî yên di warê avakirina jêrxan, rê û ban, karûbarên civakî û îdarî û darayî de gotûbêj kirine.

Hat diyarkirin ku di civînê de tekezî li girîngiya pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên aktîvkirina sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên giştî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya alîkarîkirina Hikûmeta Herêmê ji aliyê civaka navdewletî ve, beşeke din a civînê bûye.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye