Mesrûr Barzanî navên namzedên sê wezaretan radestî Parlamentoya Kurdistanê kir

.

namzedên nû ji bo Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Herêmê bo Karûbarên Bexdayê ji Parlamentoya Kurdistanê re hatin şandin.

Li gorî zanyariyên K24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî CVya 3 namzedên nû ji bo postên Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Herêmê bo Karûbarên Bexdayê ji Parlamentoya Kurdistanê re şandin.

Li gorî zanyariyan jî, CV li desteya Serokatiya Parlamentoyê ne û berî 48 demjimêran ji destpêkirina rûniştina parlamentoyê, dê ji parlameteran re werin pêşkêşkirin, ji bo dangdanê û wergirtina baweriyê.

Biryar e Rêbaz Bîrkutî li şûna Şoreş Îsmaîl weke Wezîrê Pêşmerge, Ehmed Kanî li şûna Piştîwan Sadiq weke Wezîrê Ewqafê û Ehmed Eskerî jî li şûna Xalid Şiwanî weke Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Bexdayê bên erkdarkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle