Mesrûr Barzanî ligel hejmarek balyozên welatan civiya

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 2yê Mijdarê, ligel balyozên hejmarek welatan ên li Iraqê ku ji Balyoza Amerîkayê, Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê, Balyozê Îtalyayê û Balyozê Hindistanê pêk dihat, civiya.

Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û wan welatan û rewşa giştî ya Iraqê piştî destbikarkirina hikûmeta nû ya federal hat gotûbêjkirin.

Li ser pêwendiya ligel hikûmeta federal, Serokwezîr Mesrûr Barzabî diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê baştirîn pêwendî ye ligel hikûmeta federal û em hêvîdar in hikûmeta nû, di çarçoveya cîbicîkirina karnameya xwe de kar bike ji bo xizmetkirina welatiyan û pêkhateyên cuda yên Iraqê û li ser bingeha destûrê jî, kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, bi awayekî bingehîn çareser bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warê hemecûrekirina aborî û dîjîtalkirin û pêngavên ber bi hikumraniyeke elektronî de pêşkêş kir. Herwiha tekez kir ku em ti car li Herêma Kurdistanê rê nadin teror û tirsandinê.

Balyozên beşdarên civînê, amadebûn û xwesteka welatê xwe ji bo alîkarîkirin û pêşvebirina pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dubare kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin