Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Ocalan a hevdîtina bi Serok Barzanî re: Xaleke erênî ye

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxwaza Rêberê PKKê yê zîndanîkirî Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re, wek "xaleke erênî" nirxand. Herwiha tekez kir, ew ji bo alîkariya proseya nû ya aştiyê çi ji destê wan bê, dê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê, 25.06.2025, di konferanseke rojnamevanî de, helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser proseya nû ya aştiyê û daxwaza dawî ya Abdullah Ocalan eşkere kir.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê her dem ji bo serxistina proseya aştiyê û pêkanîna aştiyeke mayînde bûye.

Derbarê daxwaza Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re, Serokwezîr Barzanî got: "Em vê yekê wek xaleke erênî dibînin. Serok Barzanî her tim hewl daye ku alozî nemînin û pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

Serokwezîr di dawiya axaftina xwe de li ser heman mijarê tekez kir û got: "Em piştrast in ku ji bo alîkarîkirina proseyê, çi ji destê me bê em ê bikin."

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye