Mesrûr Barzanî: Kurdistan ji bo herkesî ciyê xwelêgirtinê ye

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo herkesê ku ji zilm û şiddetê direve, ciyê xwelêgirtinêye û her dewam dike. Mesrûr Barzanî bi sedema salvegera biryara 688 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî, di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe ya di derbarê biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî jimare 688 de weha got:

“Di sala 1991 ê de, di rojekî weka îro de, hevkarên me ji bo ber li komkujiyeka zêde ya xelkê me bigre, koalîsyonekî navdewletî û mîsyona mirovî xist nav tevgerê. Îro Kurdistan ji bo kesên ji zilm û şiddetê direve, ji bo herkesî ciyê xwelêgirtin û hewandinê ye û her dewam dike.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin